Îhtiyar Seyîdov, him mamosteyê muzîkê ye him jî hosteyekî jêhatî yê tembûrê ye. Hosteyê jêhatî li atolyeya xwe ya mûzîkê li ser rûyê darekî 3 cure amûrên muzîkê çêkirin. Mamoste li ser sazekê; tembûr, baxlema û çeng bi hev ve kirin.
Hostayê tembûrê Îhtiyar Seyîdov li Îdirê him mamosteyê muzîkê ye him jî hosteyê tenbûran e.
Hosteyê jêhatî ev 30 sal in bi çêkirina tembûran re mijûl dibe.
Seyîdov xwest sazeke wisa çêbike ku li serê him tembûr û baxlema him jî çeng hebe.
Saza ku nû îcat kir 3 rûyên wê hene û li ser her rûyî jî amûreke cuda ya mûzîkê heye.