Li Batmanê, hosteyê destkariyê Murat Ozdamar di dikaneke bıçûk de tiştên gelek xweşik çêdike. Ozdamar ev 10 sal in vî karî dike û êdî amûrên xwe difroşe derwelêt jî.
Dikaneke biçûk e lê tê de gelek tiştên xweşik hene…
Murat Özdamar li Batmanê hosteyê destkariyê ye.
Ewilî xwest ji çûka xwe re qefesek çêke. Pişt re kêfa wî ji vî karî re hat û ev dikan ji xwe re vekir.
Ev deh sal in vî karî dike û di dikana wî de ji pir û xaniyên biçûk bigirin, heta amûrên xemlê gelek tişt hene.
Özdamar li ser înternetê melzemeyên xwe dişîne derwelêt jî.