Li Yêmenê Salih ez-Zubeyriyê hosteyê dîz û kûzan ku pîşeyeke li ber wendabûnê ye, digel şertên şerê navxweyî hewl dide ku pîşeyê xwe fêrî nifşên nû bike.
Li gorî dîrokzanan li Yêmenê dîroka çêkirina dîz û kûzan vedigere 4 an jî 5 hezar sal berê. Li herêmên cuda yên li welêt axa ku bi rêbazên kevneşopî tê amadekirin, ji hin qonaxan derbas dibe û herî dawî jî pê alavên xemlê û yên nava malê tên çêkirin.
Li Yêmenê di salên şer û dorpêçê da endustriya dîz û kûzan ji ber xirabûna şert û mercên aborî û jiyanê yên gel, ket tengasiyeke mezin.
Mîna gelek welatan li Yêmenê jî karê çêkirina dîz û kûzan li ber wendabûnê ye û lewma jî hosteyên vî karî pir hewl didin û dixebitin da ku ev pîşe wenda nebe û neyê jibîrkirin.
Salih ez-Zubeyriyê 60 salî yê hosteyê dîz û kûzan ê ji herêma Mezbaha paytext Sanayê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku gava ew 10 salî bû, wî pîşeyê dîz û kûzan nas kir.
Zubeyriyê ku li Yêmenê wekî yek ji hosteyên herî jîr ê dîz û kûzan tê naskirin, bal kişand ku ev, pîşeyê bav û kalan e, lêbelê ji ber şerê navxweyî û dorpêçê berhemên tên çêkirin, nayên firotin.
Zubeyrî wiha axivî, "Em her cure derdanên xwarin û vexwarinê çêdikin. Her wisa derdanên pehtina xwarinên firinê, carinan peyker û alavên antîqe û xemlê em çêdikin. Ev berhem bi xebateke dûr û dirêj kuta dibin."
Zubeyrî bal kişand ku qezenceke baş a vî karî tuneye, bi tenê ji bo ku neyê jibîrkirin ew vî pîşeyî didomîne û wiha dewam kir, "Digel ku rêjeya firotinê zehf daketiye, ez ê dest ji pîşeyê xwe venekişînim. Ez ê xebata xwe bidomînim da ku nifşên nû fêrî vî pîşeyî bibin."
AA