Selahattin Uçanê hosteyê sobeyan, hê di ciwaniya xwe de li sûka Muşê dest bi çêkirina sobeyan kiriye. Uçan ev 60 sal in vî kar û sin’etê dike..
Ev der sûka jorîn a Muşê ye û ev atolye jî ya kedkarekî bi salan e.
Navê wî Selahattin Uçan e û ew 75 salî ye.
Hoste Selahattin her sibê ji malê tê ser karê xwe û ev 60 sal in sobeyan çêdike.
Di atolyeya xwe de hêj jî aletên berê bi kar tîne .
Lê belê niha derdekî hosteyê bi salan jî heye. Hoste Selahattin dibêje ku êdî wekî berê mirov nayên û ji xwe re sobeyan nakirin.
Daxwaza hosete ew e ev sinet neyê jibîrkirin.