Hosteyên peqleweyê yên bajarê gastronomiyê ketin tatêla eydê

Hosteyên peqleweyê yên bajarê gastronomiyê ketin tatêla eydê

 Li Gazîentaba ku di qada gastronomiyê da ketiye nav "Tora Bajarên Afirîner" a UNESCOyê, hosteyên peqleweyê ji bo ku siparîşên eydê pê ra bigihînin, bê navber dixebitin.

Peqlewefiroş ketin tatêla Eyda Remezanê û ji bo ku siparîşên nav welêt û derveyî welêt pê ra bigihînin, jimara xebatkarên xwe du qat zêde kirin û mesaiya zêde bi wan didin kirin.

Peqlewefiroş rojane nîvendî 60 ton peqlewe çêdikin û ji ber sînordarkirina derketina derva siparîşan bi têlefonê an jî ser înternetê hildidin.

Şêraniyên ku bi zehmetî tên çêkirin, bi kargoyê ji çar aliyê Tirkiyeyê ra tên şandin.

Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Peqleweya Kebabxanê Onur Îbîlî ji nûçegihanê AAyê ra got ku beriya Eyda Remezanê karên wan pir zêde bû û ew ji ber vê yekê mesaiyê dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE