Hozanê ji Ardahanê li ser Gola Çildirê ya qeşa girtî konserek da

Hozan Yilmazoglu ji bo balê bikşîne siruşta Gola Çildirê li ser gola qeşagirtî stran got, konsereke biçûk da.

Hozanê ji Ardahanê li ser Gola Çildirê ya qeşa girtî konserek da

Hozan Yener Yilmazogluyê ji Ardahanê li ser Gola Çildirê ya ku qeşa girtî bi tenbura xwe va stranên ji hev xweştir got.

Çanda aşiqiyê ya ku li Anadoluyê bi tenburê va dimeşe ji hêla hozanan va derbasî nifşan dibe.

Hozan kilamên evîn, hesret, eşqa îlahî û yên bi vî rengî bi tenburên xwe va dibêjin ku yek ji wan jî Hozan Yener Yilmazoglu ye.

Yilmazoglu ji bo balê bikşîne siruşta Gola Çildirê li ser gola qeşagirtî stran got, konsereke biçûk da.

Yilmazoglu ji sala nû 2021ê hêvî û daxwazên xwe anî ziman û wiha axivî: "Golê nû qeşa girtiye ku dîtina wê pir xweş e. Ji bo ku em jî vê xweşikiyê bibînin em hatin vir. Me bi tenbura xwe va konsereke biçûk da. Armanca me him danasîna vir e û him jî bilêvkirina hêvî û daxwazên ji bo sala 2021ê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE