Huner û çanda jı kevirên biqîmet

Li piraniya herêmê bi salan e ev huner dewam dike

Huner û çanda jı kevirên biqîmet

Li Rihahunera xemilandina kevirên biqîmet bi salan e dewam dike. Li bajarê qedîm; çêkirin û firotina tizbî, gustîlk û tiştên xemlê cihekî gelek girîng digre. Nîhat Yildirim jî ev 25 sal in ji kevirên kehrîbar amûrên ji hev xweşiktir çêdike.

Li Rihayê, hunera tizbiyan cîhekî gelekî girîng digre.

Kevirên Kehrîbar û yên din bi salan e bi keda destên hosteyan dibin tizbî û gelek berhemên din.

Ji van hosteyan yek jî Nîhat Yildirim e û bi salan e ji kevirên taybet û biqîmet tiştên cur bi cur dixemilîne.

Hosteyê jêhatî van kevirên taybet bi alikariya makîneyan dibire û piştre jî yek bi yek dixemîlîne.

Hoste paşê wan datîne vitrînan û ji bo firotinê amade dike.

Dîroka nûkirinê: 24 Kanûn 2018, 11:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE