Li Gevera Colemêrgê ciwanê 18 salî Sînan Ata ji bo sebrê di odeya xwe de dest bi çêkirina berhemên ji daran kir. Piştî demekê berhemên pir xweşik çêkirin. Mezinên malê ji xebat û hunera Sînan gelek kêfxweş İn.
Sînan Atayê xwendekar li gundê Wezîravayê yê Gevera Colemêrgê dijî.
Sînan ji ber rewşa pandemiyê zêde nediçû dibistanê.
Ji ber vê yekê jî ji bo sebrê di odeya xwe de dest bi çêkirina berhemên ji daran kir.
Ciwanê 18 salî ji darên sêv, gêlaz û gûzan maketên gelek xweşik û delal çêkirin.
Sînan hin caran tenê li ser maketekê bi rojan dixebite.
Mezinên malê ji xebat û hunera Sînan gelek kêfxweş in.
Sînan dixwaze di rojên bê de maketên xwe li pêşaneyekê pêşkêşî her kesî bike.