Li Adanayê welatiyê bi navê Abdullah Özalp ji bavê xwe hînî peykersaziyê bû. Özalp ev 55 sal in ku ji keviran peykeran çêdike. Heta niha cur bi cur 30 hezar peyker çêkiriye.
Kevirên guncav peyde dike... Wan hur dike...Bi amûrên di dest de şiklan dide wan...
Li Adanayê welatiyê bi navê Abdullah Özalp ev 55 sal in ku peykersaziyê dike.
Özalp ji bavê xwe hînî vî meslekî bûye û didomîne.
Di nav 50 salan de nêzî 30 hezar peyker çêkirine.
Abdullah Özalp got,"Ji salên 1930yan vir ve bav û kalên me dest bi çêkirina vî karî kirine. Beriya wan salan jî mezinên me bi xeta destan pirtûk nivîsîne. Peykersaziyê di malbata me de paşê dest pê kiriye."
Peykerên wî bi gîştî mînakên Yewnana Antîk nîşan didin.