Hunermend çûn Xirabreşkê

Ressaman bi hev re nîgarên Girê Mirazan çêkirin...

Hunermend çûn Xirabreşkê

Xerabreşka Rihayê ku îbadetgeha herî kevnare ye û di Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCO’yê de ye, gelekî bala lêkolîner, xwendekar û tûristan dikşîne…

Lê vê carê resam him li Xerabreşkê geriyan him jî wêneyên wê derê çêkirin.

Hunermend li Xerabreşkê civiyan…

Pêşî derheqê dîroka herêmê de agahî wergirtin.

Pişt re jî hinekan ji wan bi pênûsê, hinekan jî bi boyaxê hûnerê xwe nîşan dan.

Her resamekî li gorî nêrîna xwe Girê Mirazan xêz kir.

Motîfên li ser kevirên dîrokî gelek bala humermendan kişand.

Bi van xebatan dixwazin danasîna Xerabreşkê zêdetir bê kirin.

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2019, 16:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE