Hunermendên ciwan, dîwarê avahiya Ewlekariyê bi resmên balkêş xemilandin. Walî û rayedarên bajêr jî çûn dîtina dîwêr.
35 xwendekarên Lîseya Şehîd Yücel Kurtoğlu ya Hunerên Xweşik…
Ji bo diwarekî 57 metreyî bi resmên cuda bixemilenîn nêzî hefteyekê xebitîn.
Ew dîwar ê avahiya navenda ewlekariyê bû.
Li ser dîwêr kulîlk, şînahî, ala û polîs hatibûn xêzkirin…
Piştî ku karê wan qediya, waliyê Mûşê İlker Gündüzöz û rayedarên pê re çûn dîtina dîwêr.
Yek bi yek xwendekar pîroz kirin û bi wan re wêne girtin.
Her wiha xwendekaran bi polîsan re jî li ber dîwêr wêne girtin.