Ji 12 saliya xwe ve kilaman dibêje

Dengbêj Bedirê Musikî ev 55 sal in dengbêjiyê dike

Ji 12 saliya xwe ve kilaman dibêje

Mala Bedirê Mûsikî li Qoserê ye û ew 67 salî ye. Ew, 55 sal in dengbêjiyê dike û dibêje min kilam ji dapîra xwe hîn kirine. Dengbêj dixwaze ku ev çand ji nav kurdan ranebe…

Di çanda me kurdan de dengbêjî kultureke qedîm e.

Çand û dîroka kurdan bi hunera dengêjan li ber xwe da û gihîşt roja me.

Bedirê Musikî jî li Qoserê bi deng û şêweya xwe, ji 12 saliyê bi vir ve kilaman dibêje.

Dengbêj Bedîr Musikî dibêje ez 67 salî me û ev 55 sal in dengbêjiyê dikim. Dengbêjî ji bo min wekî eşqê ye.

Hevalên wî jî qedr û qîmeta dengbêj dizanin û civata wî vala nahêlin.

Dîroka nûkirinê: 26 Tîrmeh 2019, 10:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE