Ji bermayiyan berheman çêdike

Hunermendê Malatyayî ji bermayiyan peyker û berhemên hunerî çêdike

Ji bermayiyan berheman çêdike

Hunermendê Meletiyî Fikri Çalişkan ji bermayiyan berhemên nuwaze çêdike. Ji berhemên xwezayê û malzemeyên ku êdî bêkêr in peyker, tablo û gelek eşyayên xemlê çêkirine. Hunermendê jêhatî hunera xwe li mala xwe pêşkêş dike.

Hunermend Fikri Çalişkan li Darendeya Meletiyê dijî. Çalişkan piştî teqawid dibe berê xwe dide hunerê.

Berhemên xwezayî, malzemeyên beredayî, bermayî û kevin li ba wî bi kêr tên.

Bi van malzemeyan di her warê jiyanê de peyker û eşyayên xemlê çekirine.

Di nav xebatên wî de çanda berê ya gundan, karên çandiniyê, semazen û gelek fîgurên din hene.

“ min di 12 salan de bi tevahî 70 berhem çêkirin û ez hê jî çêdikim. Armanca min ew e ku ez çanda berê ya bav û kalan nîşanî nifşên nû bidim. Ez dixwazim bi ciwanan hunerê bidim hezkirin û piştgiriyê bidim turîzma navçeya me.”

Hunermendê jêhatî niha li mala xwe pêşaneyek jî vekiriye û berhamên ji hev xweşiktir nîşan dide.

Wezareta Çand û Turîzmê jî ji bo xebatên Çalişkan karta hunermendê etnografîkê dayê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE