Wezareta Çand û Turîzmê dê ji bo 141 projeyên di warên anîmasyon, belgefîlm, kurtefîlm û nivîsîna senaryo û diyalogan da 5 milyon û 526 hezar lire piştevaniyê bike.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, Lijneya Piştevaniya Sînemayê ku ji 14 endaman pêk tê civiya. Herwiha ji endamên lijneyê, çend jê nûnerên wezaretê ne û yên din jî bi destê pispor û akademîsyenên ji qada sînemayê û yekîtiyên pîşeyan tên hilbijartin.
Lijneyê hezar û 607 serîlêdanên di warên anîmasyon, belgefîlm, kurtefîlm û nivîsîna senaryo û diyalogan da nirxandin.
Lijneya Piştevaniya Sînemayê herwisa biryar stand ku ji bo 11 projeyên çêkeriya fîlmên anîmasyonê 270 hezar, ji bo 57 projeyên çêkeriya belgefîlman 4 milyon û 284 hezar, ji bo 51 projeyên çêkeriya kurtefîlman 737 hezar û ji bo 22 projeyên nivîsîna senaryo û diyalogan jî 235 hezar lire piştevaniyê bike.
Civîna lijneyê ya duyemîn jî dê di meha adarê da were kirin.
AA