Ji bo alîkariyê derketin sehneyê

Komeleya Bingöliyan qezenca şanoyê wê bişîne Elazığê...

Ji bo alîkariyê derketin sehneyê

Komeleya Binöliyan ji İstanbulê destê xwe yê alîkariyê digihîne cihê erdhejê. Dahata ji şanoya zazakî dê wek alîkarî bişîne bajarên Elazığ û Malatyayê. Bi wan alîkariyan dê doşek, betanî û balîf bên kirîn.

Lîstikvanên şanoya zazakî vê carê ji bo alîkariyê li ser sehneyê bûn.

Komeleya Bingölê ji bo hemşehriyên xwe yên li İstanbulê şanoyek amade kir.

Şanoya Samuel Beckett “Bawê Godot Bên” nîşan dan.

Bi firotina biletên şanoya zazakî 12 hezar lîre kom bû.

Bi pereyê ku hat komkirin ji bo afetzedeyên li Elazığ û Malatyayê dê alîkarî bê şandin.

Her wiha xêrxwazên Bİngolî dê roja Çarşemê kamyonên alîkariyê bişînin cihê erdhejê.

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2020, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE