Ji bo jinan navenda hunerê hat vekirin

Jinan di merasîma vekirinê de govend gerandin.

Ji bo jinan navenda hunerê hat vekirin

Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji bo jinan navenda hunerê hat vekirin. Di navendê de 7 atolye hene û jin wê di van atolyeyan de hînî hunerên cûrbicûr bibin. Jin gelek mennûn in ku ji bo wan navendeke wisa hat vekirin.

Li Midyada Mêrdînê bi desteka Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Qeymeqamiyê avahiya dîrokî hat restorekirin û ji bo jinan wek Navenda Hunerê hat vekirin.

Di navendê de 7 atolye hene. Di atolyeyan de perwerdeya kuafor, aşpêjî, têlkarî û hin hunerên din tê dayîn.

Jin gelek memnûn in ku ji bo wan cihekî wisa hat vekirin û jinan di merasîma vekirinê de govend gerandin.

Ji bo vê roja taybet hin organîzasyonên din jî hebûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE