Di salên dawî de her ku diçe eleqeya ji bo kurdî zêde dibe. Nivîskarekî Batmanî di carekê de 2 pirtûkên kurdî amade kirin. Ferhenga sêzimanî û pirtûka felsefeyê ji bo xwîneran amade ye.
Nivîskarê Batmanî Ubeydullah Platin 2 pirtûkên kurdî amade kirin. Yek ferhenga kurdî, tirkî û îngîlîzî ye, ya din jî pirtûka felsefeyê ye.
Ferhenga 3 zimanî bi gelek lêkolînên cuda hatiye amadekirin û ew ê ji bo lêkolînan bibe çavkaniyeke cuda.
Platin ji bo her du pirtûkan 10 salan xebitî.
Ferhenga 3 zimanî di 7 salan de berhev kir, pirtûka perwerdeya felsefeyê jî di 3 salan de amade kir.
Platîn bi taybetî di amadekirina ferhengê de çav li çavkaniyên navneteweyî gerandin.
Nivîskarê Batmanî dibêje wê pirtûka felsefeyê ji bo perwerdeyê bibe çavkaniyeke baş.
Eleqeya ji bo pirtûkên nivîskar jî zêde ye.