Ji bo nûkirina Kela Gergerê gava ewil hat avêtin

Ji bo nûkirina Kela Gergerê gava ewil hat avêtin

Li Gergera navçeya Adiyemanê ji bo Kela Gergerê ya beriya zayînê di sedsala 2yemîn da li ser zinaran hatiye avakirin bê nûkirin xebatan dest pê kir.

Kela Gergerê di heyama begtiyên Hîtîtê ya dereng da hatiye avakirin. Ji wê rojê vir va ji gelek şaristaniyan ra mazûvanî kiriye.

Kele ji hêla Memlûkî, Eyyûbî, Selçukî û Osmaniyan va hatiye bikaranîn.

Tê texmînkirin di xebatên vekolanê da der barê gelek şaristaniyan da wê agahiyên girîng bên bidestxistin.

Qaymeqamê Gergerê Emîn Kaymak ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand kele di heyama Qraltiya Kommageneyê da şaxa rêvebirinê ya ewil bûye.

Kaymak anî ziman ji bo kele di turizmê da bi nav û deng bibe xebatên li ser rêya eslî û rêbejaya Kahta û Sîweregê temam bûn û wiha axivî: "Niha jî em ji bo xebatên nûkirinê dixebitin. Înşallah ew ê di nav cihên turîstîk yên girîng ên welatê me da cihê xwe bigire."

Kaymak got kele li xaçerêya ku Çemê Feratê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi hev ra girê dide da ye, ji hêla bicihbûn û eskerî va cihekî girîng e.

Kaymak daxuyand dema ziyaretvan bên keleyê bigerin ew ê dîmenên xweş bibînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE