Li Şêrwana Sêrtê xwendekarên Lîseya Meslek û Teknîkê ya Anadolûyê bi derfetên xwe ji bo dibistana xwe pirtûkxaneyek ava kirin. Lê zêde pirtûkên wa tun in. Niha xwendekar ji bo pirtûkan li benda alîkariyê ne.
Ev der Lîseya Meslek û Teknîkê ya Anadolê ya Şêrwana Sêrtê ye.
Xwendekaran ji bo ji xwe re pirtûkxaneyekê çêkin, dest bi kar kirin.
Xwendekaran pirtûkxaneya xwe çêkirin, lê belê ji bo kirîna pirtûkan îmkana wan tune.
Xwendekar ji bo pirtûkan li benda alîkariya xêrxwazan e.
Ji niha ve hin kes bi xwe tên pirtûkxaneyê û bi destê xwe pirtûkan teslîm dikin.