Ji bo şehîd Murat Gözal pirtûkxane çêkirin

Malbatê ji bo kurê xwe yê şehîd li dibistanê pirtûkxaneyek çêkir.

Ji bo şehîd Murat Gözal pirtûkxane çêkirin

Malbata leşkerê cendirmeŞehîd Murat Gözal xwest ji bo kurê xwe berhemekê çêke. Ji bo vê jî malbatê li Dibistana Seretayî û Navîn a Mahmut Esat Atay a li Artukluya Mardinê pirtûkxaneyek çêkir û navê kurê xwe lê kir.

Malbatên leşkerên şehîd tim dixwazin ku zarokên wan neyên jibîrkirin.

Ji ber vê jî hin malbatên şehîdan dixwazin li ser navê kurê xwe bîrdarî û berhaman çêkin.

Yek ji wan jî malbata Gözal e. Nihat Gözalê bavê şehîd Murat Gözal, xwest ji bo kurê xwe yê şehîd pirtûkxaneyekê çêke.

Ji bo vê jî li Dibistanan Seretayî û Navîn a Mahmut Esat Atay a li Artûklûya Mardinê pirtûkxaneyek çêkir. Dûv re jî navê kurê xwe yê şehîd Murat lê kir.

Pirtûkxane bi merasîmekê hat vekirin. Qeymeqamiya Artûklûyê jî bi dayîna pirtûkan piştgirî da pirtûkxaneyê.

Leşkerê Cendirme Murat Gözal di sala 2016an de li Rihayê ji ber guleyeke bêhemdî şehîd ketibû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE