Ji bo tescîlkirina "Şêraniya Luzîneyê" ya Cizîrê xebat dan destpêkirin

Ji bo tescîlkirina "Şêraniya Luzîneyê" ya Cizîrê xebat dan destpêkirin

Li navçeya Cizîrê ji bo tescîlkirina "Şêraniya Luzîneyê" xebat dan destpêkirin.

Qaymeqamtî û Şaredariyê piştî Qurabyeya Memîlhewayê ya Cizîrê niha jî ji bo ku Şêraniya Luzîneyê ya ku yek ji tehmên girîng ên navçeyê û bi taybetî meha remezanê da tê çêkirin bê tescîlkirin û patenta markayê hildin dest bi xebatan kir.

Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Davut Sînanoglu diyar kir ji bo ku hemû berhemên di çanda mitbexê ya navçeyê da wek îşaretên coxrafî bên nîşandan biryardar in.

Sînangolu got, "Hemû xebatên me yên di vî warê da bi lez dewam dikin. Em ê bi hev ra çanda mitbexa xwe li welatê xwe û dinyayê bidin nasandin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE