Ji bo xebata arkeolojîk proje hazir e

Ji bo bajarê Urartuyan wê dest bi xebatan bikin.

Ji bo xebata arkeolojîk proje hazir e

Şaredariya Ercişa Vanê ji bo lêkolîna arkeolojîk a li Girê Zernakiyê projeyek hazir kir. Bi piştgiriya rayedarên bajêr destûra kolandinê hat stendin. Niha şaredarî rê çêdike…

Çend sal berê li Ercişa Vanê, li Girê Zernakiyê bajarekî kevn hat tespîtkirin; li wir hin berhemên dîrokî kifş bûn.

Şaredariya navçeyê ji bo ku axa li ser bajêr rake projeyeke mezin çêkir.

Xebat wê di demeke kin de dest pê bike, belediye niha rê çêdike.

Qeymeqam û Wekîlê Şaredar Dr.Nuri Mehmetbeyoğlu got ‘’Gava rê hat çêkirin me tu zirar li derdorê neda. Ji bo xebatkarên ku wê li qada dîrokî bixebitin çi hewce be em ê bikin. Me depoyên avê û konteynir anîn. Em dixwazin Girê Zernakiyê derkeve û dîroka 2 hezar û 600 salî were zanîn.”

Di dîrokê de jiyana komî ya nûjen cara ewil di heyama Urartuyan de, 2 hezar û 600 sal berê li vir dest pê kir.

Li gorî texmînê li bajarê kevn 70 hezar kes jiyane.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE