Ji bo xwendekarên xwe diçin kursê

Mamosteyên ku wê di atolyeyan de dersan bidin bi xwe perwerde dibin.

Ji bo xwendekarên xwe diçin kursê

Ewilî ew ê perwerdeyê bigirin pişt re jî hînî xwendekarên xwe bikin. Li Bingölê, mamosteyên ku di atolyeyên teknolojî û destkariyê de dersê bidin ciwanan, niha bi xwe kursê dibînin.

Mamoste ji bo ku tiştên baş hînî xwendekarên xwe bikin diçin kursa destkariyê.

Di projeya atolyeyan de, li Bingölê, li 45 dibistanan 65 heb atolyeyên destkariyê vebûn.

Niha mamosteyên ku wê di wan atolyeyan de dersê bidin, perwerde dibin.

Midûrê Perwredeyê yê Bajêr Rahmi Güney got, “Niha hemû atolyeyên me hazir in. Di vê pêvajoyê de, aktoren sereke yên projeya me, 120 mamosteyên me yên biqîmet tên kursê. Niha 30 mamoste diçin atolyeya destkariya textan.”

Li seranserê Bingölê, ji nivîsandina bernameyên kompîtûrê, çêkirina amûrên teknolojik bigirin heta muzîk û hunerê di 11 beşan de atolye hene.

Kursên perwerdeya mamosteyan wê seranserê salê dewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE