Mıdûrıya Perwerdeyê yê Gevaşa Vanê û Rêvebiriya Navenda Perwerdeya Gel a navçeyê ji bo zarokên li gundan dimînin pirtûkxaneyeke seyar ava kirin. Rayedar û mamoste tevî pirtûkxaneyekê li gundan digerin û pirtûkan didin zarokan.
Ji ber pandemiyê zarokên li gundan zêde nikarin biçin navenda bajêr.
Ji bo zarok ji xwendina pirtûkan nemînin Midûriya Perwerdê ya Navçeya Gevaşê û Navenda Perwerdeya Gel pirtûkxaneyeke seyar ava kirin.
Rayedar û wezîfedar gund bi gund digerin, pirtûkxaneya xwe ava dikin û li zarokan pirtûkan belav dikin.
Zarokên gundên Gevaşê ewil maskeyên xwe dan ber dev û pozê xwe, ketin dorê û pirtûkên bi dilê xwe standin.