Ji dar û ber û textikan eşya û malzemeyên balkêş çêdike û difiroşe. Berhemên welatiyê ku li rûbaroka Colemêrgê dijî ji xweynî navwelêt, li derwelêt jî tên firotin.
Necarê ciwan ji dar û beran tiştên balkêş û xweşik çêdike.
Rauf Şirinê 30 salî ku li Rûbaroka Colemêrgê dijî, bi berhemên ku ji dar û textikan çêdike bala her kesî dikişine.
Ciwanê ku di serî de wek hobiye dest bi vî karî kir, niha eşya û malzemeyên ku çêdike difiroşe derwelêt û gelek bajaran.
Necarê ciwan niha ji bo vekirina atolyeyeke mezin hewl dide.