Ji Serok Erdogan pirtûka "Dinyayeke Adiltir Pêkan e"

Ji Serok Erdogan pirtûka "Dinyayeke Adiltir Pêkan e"

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan pirtûkeke mistaqîl a bi navê "Dinyayeke Adiltir Pêkan e" nivîsî û pirtûk wê sibê bigihêje ber destê xwendevanan.

Serok Erdogan di pirtûka xwe ya "Dinyayeke Adiltir Pêkan e" da bi hûrgilî qala lêgerîna edaletê ya ku Tirkiye dixwaze seba hemû mirovahiyê pêk were, dike.

Bêedaletî, krîza penaberan, terorîzma navneteweyî û dijayetiya Îslamê di serî da Serokomar Erdogan di pirtûkê da li ser pirsgirêkên siyaseta kurewî disekine, qala cudakarî û alîgiriyê dike û mînaka Neteweyên Yekbûyî dide.

Serok Erdogan balê dikişîne ser pirsgirêkên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên wekî meşrûiyet, kêrhatin, çalakî, hemûgirî, temsîl û rêvebirina bi hev ra jî û bi taybetî destnîşan dike di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî da reformeke berfireh divê.

Serok Erdogan destnîşan kir, divê di temsîliyeta Neteweyên Yekbûyî da edalet pêk were û îmtiyaza vetoyê were rakirin, bi pêşniyaza modeleke birêgez, hemûgir, stratejîk û meriv bikaribe pê emel bike pêk were û bi vê modela nû va "dinyayeke adiltir pêkan e" û peyamên wiha dide:

"Di dinyayeke ku zarok tê da dimirin û tên kuştin da tu kes bê sûc û guneh nîne."

"Îro li tevahiya dinyayê di nav mijarên ku herî zêde pêdivî pê heye da edalet herî pêş e. Saziyên ku tesîskirina edaleta kurewî li sr milê wan e, mixabin di nav tiraliyeke mezin da ne."

"Li gor hişmendiya me edalet wê pergala dinyayê çêke û dinyayê rizgar û kêfxweş bike. Ji bo dinyayeke adiltir jî pêdivî bi pergaleke kurewî ya ku hêvî û pêbaweriyê dide, heye."

Pirtûk ji aliyê Turkuvaz Kîtabê va hatiye weşandin û wergera wê ya bi zimanên dinyayê yên wekî Îngilizî, Erebî, Almanî, Fransî, Rûsî û Îspanyolî tê kirin. Hemû dahata ku wê ji pirtûkê were wê bidin AFADê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE