Li Midyata Mardînê piştî ku navenda malbat û jinan vebû, jin berê xwe didin virê û tevlî kursên hûnerê dibin. Jin him bi hevalên xwe re tên ba hev him jî zineatekê hîn dibin.
Şaredariya Midyatê ji bo ku jin ji malê derkevin û bi zineatê re mujil bibin, kursên hûnerê vekirin.
Li Navenda Malbat û Jinan a Midyatê heta niha bi sedan jin perwerdeya hûnerên destkariyê dîtin.
Bi saya virê, niha bi dehan jin debara mala xwe bi zineatên xwe dikin.
Bi saya kursên şaredariyê jin him tevlî civatê dibin him jî tiştên ku çêdikin difroşin û debara xwe pê dikin.