Jin xwe bi pêş dixin

Li Midyadê di kursan de gelek jin berhemên destkariyê çêdikin.

Jin xwe bi pêş dixin

Li Midyada Mêrdînê hewlên ji bo pêşxistina xebatên jinan dewam dikin. Li bajêr ji bo jinan kursa fîlografiyê hat vekirin. Wekî din di kursên destkariyê de jin bi destên xwe bi dehan berhem çêkirin.

Li Midyadê kursên jinan her diçe zêde dibin.

Li navçeyê kursa fîlografiyê jî hat vekirin.

Gelek jin di kursên de hînî çêkirina fîlografiyê dibin. Bi ta û bizmaran berhemên cuda çêdikin.

Wekî din li navçeyê kursa destkariyê jî hatiye vekirin.

Di kursê de ji bo pêşiya îsrafê bê girtin bernameyek tê meşandin.

Navê bernameyê ev e: “neavêje, bi kar bîne.”

Jin ji gelek bermahiyan berhemên hunerî çêdikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE