Jin zineatên berê didomînin

Li Iğdırê ji bo jinan kursa bikaranîna post hat vekirin.

Jin zineatên berê didomînin

Çerm nexiş dikin, çente û qayîşan çêdikin...

Li Iğdırê ji bo jinan kursa neqş û bikaranîna çerman hat vekirin. Xanimên ku beşdarî kursê dibin him dibin xwediyê pîşe û meslekekî him jî bi vî karî debara mala xwe dikin. Bi hunera destên xwe çente, cizdan û qayişan çêdikin.

Çerm nexiş dikin, çente û qayîşan çêdikin…

Hin ji wan dikutin û şikl didinê, hin jî li serê motîf û nexşan çêdikin.

Çerm di destê wan de dikeve şiklekî nû û jê tiştên cur bi cur çêdikin.

Kursa bikaranîna çerm ku li Iğdırê ji bo jinan vebû eleqeyeke mezin dibîne.

Ji bo vê zinaatê him sebreke ezin him jî hunera destan hewce ye.

Kursiyer divê kursê de hemû teknîkên vî karî hîn dibin. Bi perwerdeya ku digirin berhemên ji hev xweşiktir çêdikin.

Jinên tên kursê dibin xwediyê pîşe û meslekekî û alîkariya malbata xwe jî dikin.

Ji bo berhemên jinan ên ji hev delaltir eleqeyeke mezin jî heye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE