Pînekirina çerm yek ji zineatên berê ye. Ev hunera kevnare, niha zêdetir di çêkirina çanteyên jinan de tê bikaranîn. Jinên Qoserî, di bin banê komeleya jinên pêşeng de him ders dibînin him jî bi vê hunerê debara mala xwe dikin.
Pîneyên çerm bi hev ve dikin û neqş dikin.
Piştre jî ji wan çanteyên destan çêdikin.
Pînekirina çerm zineateke gelek kevn e û niha bi destê jinên Qoserî cardin digihêje me.
Di çarçoveya kursa Komeleya Jinên Pêşeng de 10 jin hînî vê zineatê dibin.
Bi saya vê kursê him debara mala xwe dikin him jî sebra xwe pê tînin.