Jinên kursiyer mezûn bûn

Mezûniyeta xwendin û dirûnê bi kêf û şahî hat lidarxistin.

Jinên kursiyer mezûn bûn

Li Wanê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê, li Navenda Civakê ya Bostanîçîyê cur bi cur kursan dide. Hin kes ji bo xwendin û nivîsînê tên hin kes ji bo dirûnê tên. Zêdetirî 50 jinan kursên xwe temam kirin û mezûn bûn. Merasîmê mezûniyetê bi kêf û şahî hat lidarxistin.

Heta niha hewl dan û xîret kirin. Hinek ji wan hînî xwendin û nivîsînê bûn. Hinek jî hînî dirûn û neqşan bûn.

Kursa wan, kar û barê wan 6 mehan dewam kir.

Li Wanê kursiyerên Navenda Civakê ya Bostaniçiyê mezûn bûn.

22 jin ji kursa xwendin û nivîsînê, 30 jin jî ji kursa dirûnê mezûn bûn. Ji bo wan merasîma mezûniyetê hat lidarxistin. Bi kêf û şahî mezûniyeta xwe pîroz kirin. Belgeyên wan yek bi yek hatin dayîn.

Kêf û şahî bê govend nabe bêguman; kursiyeran piştî merasîmê govend jî gerandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE