Jiyana sehabeyê Kurd bû pirtûk

Kitêba Dr. Deham Îbrahîm eleqeyeke mezin dibîne...

Jiyana sehabeyê Kurd bû pirtûk

Dr. Deham Îbrahîm Hesinî li Dihoka Herêma Kurdistana Iraqê dijî. Wî li ser jiyana sehabeyê Kurd Caban/Gavan El Kurdî pirtûkek nivîsîbû. Kitêba ku heta niha ji xeynî Kurdî, bi zimanê Tirkî û Erebî jî hat çapkirin eleqeyeke mezin dibîne.

Pirtûka Dr. Deham Îbrahîm Hesinî ku li ser jiyana sehabeyê Kurd Gavan yan jî bi navê din Caban El Kurdî nivîsiye eleqeyeke mezin dibîne.

Pirtûka Dr. Deham Îbrahîm Hesinî heta niha ji xeynî Kurdî, bi Tirkî û Erebî jî hat çapkirin.

Dr. Deham Îbrahîm Hesinî ji bo armanca nivîsandina vê pirtûkê dibêje: “Divê em bizanin ku ji Kurdan jî gelek sehabeyên pêxemberê me hene.”

Ji xeynî vê pirtûkê 12 pirtûkên din ên Dr. Hesinî hene ku her yek ji wan jî warê xwe de berhemên giranbiha ne.

Dr. Deham Îbrahîm Hesinî, ji bo TRT Kurdiyê jî got: “TRT Kurdî rûmeta Kurdan e.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE