Kampanyaya “Pirtûkek û Însanek”

Waliyê Hakkariyê di çarçoveya kampanyayê de bi welatiyan re pirtûk xwend.

Kampanyaya “Pirtûkek û Însanek”

Walîtıya Colemêrgê ji bo ku balê bikşîne ser xwendina pirtûkan kampanyayek da detspêkirin. Waliyê bajêr İdris Akbıyık jî ji bo piştgiriyê bide kampanyayê hat pirtûkxaneyê. Akbiyik bi welatiyan re him sohbet kir hım jî pirtûk xwend.

Walîtiya Colemêrgê ji bo ku balê bikşîne ser girîngiya xwendina pirtûkan kampanyayeke xwendinê da destpêkirin.

Di çarçoveya Kampanyaya Pirtûkek û Însanek de ji 40 hezarî zêdetir pirtûk hatin amadekirin.

Waliyê Colemêrgê İdris Akbıyık jî hat pirtûkxaneyê û him bi welatiyan re sohbet kir him jî bi hev re pirtûk xwendin.

Waliyê Hakkariyê Îdrîs Akbiyik got ‘’Walitiya me ev kampanya da destpêkirin. Em dixwazin zarok, xwendekar û mezinên me bi hev re bixwînin. Me got pirtûk jî wekî însanan bi qiymet in.”

Ji zarokan bigirin heta mezinan, ji xwendekaran heta mamosteyan gelek welatî tên pirtûkxaneya gel û kitêban dixwînin.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE