Kapadokya wê cara ewil mazuvaniya mihrîcana balonan bike

Bi mazuwaniya Şaredariya Urgupê di navbera 3-7ê Tîrmehê da wê "Mihrîcana Balona Hewaya Germ a Navneteweyî ya Kapadokyayê " bê lidarxistin

Kapadokya wê cara ewil mazuvaniya mihrîcana balonan bike

Li Kapadokyaya ku yek ji navenda herî navdar a turîstîk a Tirkiyeyê ye cara ewil wê mihrîcana balona hewaya germ bê lidarxistin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Urgupê bi mazuwaniya şaredariyê û sponsoriya Pasha Balloonsê di navbera 3-7ê Tîrmehê da wê "Mihrîcana Balona Hewaya Germ a Navneteweyî ya Kapadokyayê " bê lidarxistin.

Komên ji Gurcistanê wê di mihrîcanê da govendê bigrin, 150 balon wê li esman bifirin.

Di mihricana ku wê cara ewil bê lidarxistin da welatên wek Amerîka, Îspanya, Polonya, Swîsre, Endonezya, Îngiltere, Slovakya, Fransa, Hollanda, Japonya û Meksikayê balon wê beşdarî mihrîcanê bibin.

Şaredarê Urgupê Mehmet Akturk bangî hemû kesî kir û ew vexwendin mihrîcanê.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE