Sezgin yalçiner li Mûşê karê reklamê dike. Yalçiner, amûrên berê û makêtên ku bi destê xwe çêkirine li kargeha xwe nîşan dide. Kargeha wî wekî muzeyekê ye. Gelek kes tên vir û amûrên berê û makêtan dibînin.
Sezgin Yalçıner li bajarê Mûşê ji xwe re ajanseke reklamê vekiriye û bi vî karî debara mala xwe dike.
Yalçıner ji zarokatiya xwe û vir ve bi eşyayên antîka re mijûl dibe û berhev dike.
Ev 12 sal in li kargeha xwe eşyayên xwe yên antîka nîşan dide. Her wiha bi destê xwe makêtên ji hev cuda jî çêkirin.
Yalçıner bi bermayiyan peykeran çêdike.
Peykerê Siltan Alparslan, zirx, mîxfer û gelek tiştên din hene li kargeha wî.
Dibêje niha di destê min de 150 heb malzeme hene.
Ez dixwazim zêdetir antîka û peykeran berhev bikim û nîşan bidim.