Li Gevera Hekariyê li gundê Güllüceyê jinan avahiyeke 2 qatî kirin atolye. Li vir bi melzemeyên bermahî kel û pelên diyarî çêdikin. Li Erdîşa Wanê keçik li navenda piştgiriya malbatî bûkaniyên xwe bi xwe çêdikin.
Li Gevera Hekariyê, li gundê Güllüceyê jinan xaniyê 2 qatî kirin atolye.
Li vê derê him cihêz çêdikin him jî ji melzemeyên bermahî kel û pelên diyarî çêdikin.
Ji tabloyan heta neqş û nemûşan, ji vazoyan heta pêlîstokan cur bi cur melzemeyên xemilandî çêdikin.
Li Erdîşa Wanê keçik bûkaniyên xwe bi xwe didirûn.
Ji qumaşên bermahî jî ji bo zarokan cil û bergan çêdikin.
Kursiyer li vir hînî kuaforiya bûkan jî dibin.
Piştî kar û bar, bê govend nabe...
Têra dilê xwe şahî dikin.