Li Batmanê Hamdullah Güneş û malbata xwe ev 20 sal in ku karê çêkirina pêlîstokên pitik ên li gorî çanda herêmê dikin. Tê gotin ku heta niha endamên malbatê zêdetırî 20 hezar pitikên cûr bi cûr û gelek xweşik çêkirine.
Li aliyekî şahmaran û leşkerên berê, li aliyê din bi kincên reng bi reng pitikên pêlîstok hene.
Ev wêne ji kargeha pêlîstokên pitik a herêmî ne û ji aliyê malbata Güneş ve tê xebitandin.
Malbata Gûneş ev 20 sal in bi van pitikên pêlîstok çanda cil û bergan a herêmê didomîne.
Endamên malbatê dibêjin ku heta niha zêdetirî 20 hezar pitik çêkirine.
Her wiha malbat bi van berhemên xwe beşdarî fûarên çandî jî dibe.