Kela Bilîsê ji bo serdana turîstan vedibe

Ji bo turîzma herêmê xebatên li ser Kela Bilîsê didomin…

Kela Bilîsê ji bo serdana turîstan vedibe


Kela Bilîsê ya navdar bİ xebatên arkeologan derdikeve meydanê. Xebatkar û pisporên arkolojiyê kolanên xwe didomînin. Kelaya bilîsê di demeke nêz de wê ji bo serdana turîstan bê vekirin.

Kela Bilîsê beriya zayînê di sala 312an de ji aliyê fermandarekî bi navê Bidlîs hatiye avakirin.
Di nav avahiya kelê de, 300 xanî, mizgeft û bircên dîrokî hene.

Lêbelê piştî hezar salan zirar gihiştiye avahiya kelê û gelek xanî û birc di bin axê de mane û winda bûne.
Xebatkar û pisporên arkolojiyê yên Zanîngeha Bitlis Erenê niha ji bo Kela Bilîsê cardin derkeve meydanê bênavber dixebitin.

Çav li rê ne dema xebat biqedin turîzma herêmê jî geştir bibe.
 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE