Kela Îrûnê li ber xerabûnê ye

Xelk dixwaze ku kela dîrokî were restorekirin.

Kela Îrûnê li ber xerabûnê ye

Kela Îrûnê ku di qirnê navîn de li ser Çiyayên Şîrvana Sêrtê hatiye avakirin li ber xerabûne ye. Kela ku bi salan bê xwedî û bê kes maye roj bi roj hildiweşe. Xelkê herêmê dibêje: “Ji bo turîzma bajêr divê kela dîrokî were restorekirin.”

Berhemeke dîrokî ya herêma Sêrtê wenda dibe û diçe.

Kela Îrûnê ku li gorî rîwayetê di qirnê navîn de li ser Çiyayên Şîrwanê hatiye avakirin ji ber ku kes lê nabe xweyî xira dibe.

Welatî jî li ber keleyê dikevin û dibêjin: “Ji bo dîrokê û geşkirina turîzma herêmê divê ev kele were restorekirin.”

Kela dîrokî ji aliyê Artûqî, Eyûbî, Akoyûnî û Osmaniyan jî wek navendeke çavdêrî û leşkerî hatiye şixulandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE