Kelha Urartuyan a li Elcewazê tê restorekirin

Kelha Urartuyan a li Elcewazê tê restorekirin

 Kelha li Elcewaza navçeya Bidlîsê ya ji heyama Urartuyan maye dê bê restorekirin û ji bo turîzmê bê vekirin.

Kelha Elcewazê ya li ser girê li daketina navçeyê ye û ji hêla gelek şaristaniyan va hatiye emilandin dê bi xebatên bi seokatiya Muzeya Xelatê bên kirin va bibe yek ji destînasyonên herî girîng ên herêmê.

Şaredarm Elcewazê Necatî Gursyo daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku dest bi ji nû va restorasyona kelha ku di heyama Osmaniyan da hatiye nûkirin kirin.

Gursoy diyar kir ku bi temambûna xebatam va dê dîmeneke bêhempa derkeve holê û got ku "Elcewaz dê bibe navenda cazîbeyê ya herêma me. Kelha me avahiyeke 3 hezar salî ye. Bi salan texrîata çêbûye. Em ê niha vê restore bikin û ji bo turîzmê vekin. Em wir cihekî wekî terasa temaşeyê difikirin. Ji bo ku mirov bikarin dîmenên bêhempa yên Gola Wanê bibînin em dê tesîsekî çêbikin."

Gursoy da zanîn ku dê li Kelha Kefê ya Elcewazê jî dest bi xebatên kolanê bikin û ragihand ku dê qesra 160 odeyî ya qralên Uratuyan di encama kolanan de derxînin holê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE