Kelha Zerzewanê bû guzîdeya dinyayê

National Geographic wê belgafîlma kelha dîrokî bikişîne

Kelha Zerzewanê bû guzîdeya dinyayê

Kelha Zerzewanê berhema Împaretorîya Romayê ye û piştî kolanên arkeolojîk bû navenda turîzmê. Piştî ku li Keleha dîrokî Perestgeha Mîtras ya 1800 salî derket çavê dinyayê zivirî ser tarîxa Diyarbekire. Qenala Natıonal Geographîc ji bo UNESCO’yê wê belgefîlma Kelha Zerzewanê bikşîne.

Kelha Zerzewanê 13 kîlometro dûrî navçeya Çinar a Diyarbekirê ye û bala dinyayê dikşîne ser xwe.

Li kelha Zerzewanê di sala 2011an de kolanên arkeolojîk dest pê kirin û berhemên heyama Imparatoriya Romayê bi tesadûfê hatin dîtin.

Zerzewan bi qasî ser erdê binê erdê jî ronî dike. Erdê kelhê 60 donim e û li qadê dîwarên 12-15 mêtre bilindah in û hezar û 200 mêtre dirêj in hene.

Li qada dîrokî piştî xebatên arkeolojîk; birc, avahiya rêvebirinê, xanî, depoyên sîlah û genim, sitargeh mezelên ji kevir û kanalên avê derketin holê.

Di binê kelha Zerzewanê de jî perestgeha mîtras ya 1800 salî hat dîtin. Piştî vê yekê bala turîstên xumalî û biyanî zivirî ser kelhê.

Par 352 hezar kes hat serdana Zerzewanê. Di sala 2019an da wê milyonek turîst werin Zerzewanê.

Ji welêt û derveyî welêt bi hizeran kes dîroka mezopotamyayê meraq dikin.

Nivîskar Dan Brown û derhêner Morgan Freeman ji bo televizyona National Geographicê wê li kelha Zerzewana bi navê ‘Çîroka Xuda’ belgefîlmekê bikşînin.

Dîroka nûkirinê: 22 Nîsan 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE