Kemançeyên Kızıltepê tên îxrackirin

Malbata Gezer kemançeyan çêdike û difiroşe welatên Ewropayê...

Kemançeyên Kızıltepê tên îxrackirin

Li Qosera Mêrdînê malbatek ev 3 nifş in ku kemançeyan çêdike û difiroşe. Malbata Gezer kemançeyan bi usûleke taybet çêdike. Loma jî gelek kes dixwazin kemançeyên wan bistînin. Hin caran ji Ewropayê jî ji wan re siparîş tên.

Çermê masiyan delal paqij dikin, paşê datinîn ser dara gûzê ya çêkirî.

Hosteyên kemanjen Nesim û Beşir Gezer kemançeyên xwe bi destê xwe çêdikin.

Kemançe li herêmê gelek navdar e, hema bêje tu dawet bê kemançe nayê kirin.

Loma jî ev 3 nifş in malbata Gezer li Qoserê kemançeyên xwe bi destê xwe çêdikin.

Malbat kemançeyan him bi xwe dijenin, him jî jî difiroşin kesên dixwazin.

Her du bira dibêjin ku ji wan re hin caran ji Ewropayê jî siparîş tên.

Niha Nesim û Beşir Gezerê bira dixwazin zarokên wan jî hînî heman hunerê bibin û bidomînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE