Li Îdirê Kerwansaraya Ejder a di heyama Selçûqiyên Anadoluyê da hatiye avakirin bi mîmariya xwe ziyaretvanan şaş û metel dihêle.
Xan û kerwansarayên li ser rêyên kerwanan ji bo dîtina hewcedariyê rêwî, bazirgan û mêvanan bibînin hatine avakirin li Anadoluyê şopa dîrokî nîşan didin.
Kerwansaraya Ejder a li quntara Rêzeçiyayên Eres a li bakurê Îdirê hatiye avakirin di nav nirxên dîrokî yên herêmê da cî digre.
Ziyaretvanên ji bajarên Tirkiyeyê, Azerbeycan, Îran û Gurcistanê tên herêmê eleqeyê nîşanî kerwansaraya bi destê Şerefeddîn Ejderê Mîrê Surmeliyê di sedsala 13an da hatiye avakirin didin.
Kerwansaray bi şiklê avakirin, motîf, kevir, derî û odeyên xwe va ziyaretvanên xwecî û biyanî şaş û metel dihêle.
Muharrem Tenlîkê Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Kerwansaraya Ejder ji bo Herêma Rojhilatê Anadoluyê nirxeke dîrokî ya girîng e.
Tenlîk destnîşan kir ku li kerwansarayê şopên Selçûqiyan hene û wiha pê daçû: "Kerwansaray di demên dawîn ên Selçûqiyên Anadoluyê da hatiye avakirin. Avahî dem ser ra derbas bûye deforme bûye. Di sala 2008an da bi destê Midûriyeta Giştî ya Weqfan hat restorekirin û ji ziyaretê ra hat vekirin. Turîst ziyaret dikin û gelekî diecibînin."
- Ziyaretvanan derdixe rêwîtiya dîrokê
Tenlîk got ku kewansaray tu dibêjî ziyaretvanan derdixe rêwîtiya dîrokê û wiha pê da çû: "Ziyaretvan ji aliyekî va derdikevin rêwîtiya heyama Dewleta Selçûqiyên Anadoluyê."
Tenlîk bal kişand ku herêm demekî navenda bazirganiyê bûye û wiha axivî:
"Kerwansaray ji bo ku kerwanên bazirganiyê ji herêmê ra derbas dibin bi kar bînin hatiye avkairin û demeke dirêj xizmet daye. Îro hê jî ew rêça dîrokî li ser heye. Di nav berhemên dîrokî yên herêmê da cî digre û baş tê zanîn. Ji bo nirxa dîrokî zêde were zanîn em wekî sazî çi ji destê me tê dikin."
AA