Gelo keştiya Hz. Nûh li ku derê ye? Li ser vê meselê gelek îdia hene. Li gorî îdiayan yek ji wan cihan jî Agirî ye. Hevalên me jî li Agiriyê bi pisporan re axivîn. Ka em binêrın ew ji bo keştiya Hz Nûh çi dibêjin.
Li ser cihê keştiya Hz. Nûh gelek îdia hene. Hin ji wan dibêjin keştî li Agiriyê ye, hin jî dibêjin li Şirnexê.
Li çiyayê Agiriyê cihek heye û dişibe şûna keştiyeke mezin.
Ev şûn di wêneya Wênegirê Navdar Ara Guler de zelaltir xuya dike.
Li ser vê meselê gelek lêkolîn jî hatine kirin.
Lêkolînên li ser keştiyê hêj dewam dikin. Herî dawî ji Emerîkayê du lêkolîner dîmenên sêalî yên keştiyê çêkirin.
Xebat didomin, lê hej encameke teqez derneketiye.