Li Muşê, hosteyên daran di qedexeya derketina derve de li mala xwe ji daran kevçî û çoçikan çêdikin. Bi vî awayî him xwedî li kevneşopiyê derdikevin. Him jî demên xweş derbas dikin.
Li seranserê welêt ev çend hefte ne ku dawiya hefte derketina derve tê qedexekirin.
Hosteyên Muşî yên ku ji daran amûrên mitfaxê çêdikin, di qedexeya derketina derve de li mala xwe jî dişuxilin.
Ew bi tefşoyan, ji daran kevçi, çemçik û amûrên din ên malê çêdikin.
Dema ku kevçi û çemçikan çêdikin kilam û stranên ji hev xweştir jî dibêjin.
Hoste bi vî awayî him xwedî li kevneşopiya xwe derdikevin him jî demên baş derbas dikin.