Goristana Xelatê ya dîrokî tê restorekirin. Ekîbên restorasyonê îsal jî ji Zanîngeha Wanê hatin Xelatê û dest bi xebatê kirin.
Goristana dîrokî ya Selçûkiyan, di nav lîsteya Mîrateyên Cihanê de ye û ji aliyê UNESCO’yê tê parastin.
Ji bo paqijkirina nivîs û derxistina meydanê her sal li ser goristanê xebat tên kirin.
Xebat ji aliyê pisporên dîrok û arkeolojiyê tên kirin.
Ekîba îsal ji Zanîngeha Wanê hat û wê xebatên xwe bi alîkariya Saziya Dîrokê ya Tirkiyê bikin.
Alîkarê Koordînatorê Xebatên Restorasyonê Dr. Ercan Çalış got em ê îsal 2 menzelên veşartî derxin û nêzî 60 keviran paqij bikin.