Cil û bergên rengîn û neqişandî… Niha ev kincên berê, xisûsî di nîşan, dawet û şeva hineyê de tên lixwekirin… Bi xêra vê modeya nû, li Cizreyê dirûn û fırotina wan bûye sektorek…
Li Cizîra Botan eleqeya ji bo cil û bergên edetî her ku diçe zêde dibe…
Kiras û fîstanên berê xisûsî di dawet, şeva hineyê û nîşanan de tên lixwekirin… Vê modeyê jî bi xwe re sektorek çêkir.
Ev cil û bergên edetî bi sedan salan e li Cizre tên lixwekirin û xelk jê ra dibêje "kiras fîstan".
Vê eleqeya nû kir ku li her koşeyekî Cizre dikanek bê vekirin.
Kiras û fîstanên edetî herî kêm 100, herî zêde bi 2 hezar lireyî tên firotin.