"Kiras û fistan" bi destê hosteyan tên dirûtin

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê cil û bergên herêmî yên jin li xwe dikin bi destê hosteyan tên dirûtin

"Kiras û fistan" bi destê hosteyan tên dirûtin

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê û der û dora wê cil û bergên herêmî yên bi taybetî di dawetan de tên lixwekirin bi destê hosteyan tên dirûtin.

Saniye Şenlîka (35) dayika 4 zarokan li Yuksekovayê terzîtiyê dike, hewl dide vê hunera xwe ya ku ji diya xwe hîn bûye bidomîne.

Şenlîka ku li Lamdinliyê dest bi vî karî dike li Iraqê jî du salan xebitiye û 16 sal berê li Yuksekovayê bi cih bûye.

Di nav demê de wê karê xwe baş kiriye û ji xwe ra dikaneke kiras û fistanên herêmî didirû û difroşe vekiriye.

Şenlîkê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew li çarşiyê 15 salan e terzîtiyê dike û wiha axivî: "Ev kar ji diya min ji min ra ma. Ez van kincan bi kêfxweşî didûrim. Em vê kevneşopiyê didomînin. Ev cil û berg ji pêşiyên me mane. Ez xwe dizanim û nizanim hema me ev kinc li xwe dikirin. Her ku diçe belav dibe. Em ji bo zarokên xwe jî didirûn."

- Di dawetan de tên lixwekirin

Şenlîkê got qumaşên wê ji Dubaî, Îran, Iraq û Hindistanê tên û ew her sal modelên nû çêdike û wiha dewam kir: "Em hemû modelan çêdikin. Yên bi qaş, qedîfe, saten, her cure heye. Em ji ya hundir re dibêjin kiras, ya derva re jî dibêjin fistan. Li vir her kes li xwe dike, herî zêde jî di dawetan de tên lixwekirin. Pîr di nav malê de jî xwe dikin. Ev rojane jî tên lixwekirin. Em havînê qet vala namînin. Car caran em siparîşekê piştî du mehan ancax dikarin teslîm bikin. Carînan ji welatên rojavayê jî daxwaz tên kirin."

Ji bo modelên nû û cureyên kiras û fistanan jî Şenlîk wiha axivî: "Berê qumaş sade bûn, dirûna wan hêsan bû. Nîha model bi qaş û morî ne, dirûna wan zehmet e. Berê rojê me 6-7 qat çêdikir, lê niha em 2-3 qatan çêdikin, lewra neqş û qaşên wan hene. Di vî karî de birîna wê pir zehmet e. Heke birîna wê baş be, kinc baş çêdibe. Eleqeyeke mezin li ser van kincan heye. Di vê heyamê de em nêzîkî 3 hezar qatî didirûn."

 


AA

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2018, 12:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE