Genç Memur-Sen û Eğitim Bir-Sena Midyatê ji bo xwendekar di rojên şewbê de li malê kitêban bixwînin, misabaqeayek organîze kir. Telebeyên ku bi ser ketin, xelat stendin.
Li Midyata Mardînê, Genç Memur-Sen û Eğitim Bir-Senê, ji bo xwendekar di rojên şewbê de li malê pirtûkan bixwînin, pêşbaziyek organize kir.
Misabaqa li ser xwendina kitêban û nivîsîna kompozîsyonê bû.
Li xwendekerên 6 lîseyan romanên navdar hatin belavkirin. Wan jî ew xwend û li ser vê kompozisyon nivîsîn.
Jûrî jî ji mamosteyên Edebiyatê pêk dihat.
Telebeyên ku di pêşbaziyê de bi ser ketin, xelat stendin.