Klîba Rubar Reşîdê a li ser aştiyê

Hunermenda Kerkûkî bi 4 zimanan bal kişand ser jiyana bi hev re.

Klîba Rubar Reşîdê a li ser aştiyê

Rubar Reşîd Kakeyî ji Kerkûkê ye, hunermendeke bi nav û deng e. Rubar Reşîdê bi erebî, tirkî, suryanî û kurdî klîbek çêkir. Xebatên li ser klîba "peyama aştiyê" dewam dikin. Klîb wê di demeke kurt de bê weşandin.

Hunermenda Kerkûkî Rubar Reşîd bi xwe Kakeî ye. Rubar Reşidê bi 4 zimanan klîbek çêkir.

Hunermendê di klîba xwe ya nû de bi Kurdî, Tirkî, Erebî û Suryankî bal kişand ser jiyana bi hev re.

Navê klîba wê Peyama Aştiyê ye. Hunermendê ew li Kelha Kerkûkê çêkir. Ji bo her zimanî kamera li cihekî kelheyê şixuland.

Gotinên stranê 5 helbestvanan nivîsîn. Besteya stranê Ehmed Heyas, awaz jî Wehît Kermaşeyî çêkir.

Li Herêma Kurdistana Iraqê cara ewil klîbeke wisa hat çêkirin.

Niha li ser montaja klîbê xebat dewam dike. Klîb wê di demeke kurt de were weşandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE